Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Koreya Bakur Bêaramîyê û Bêewlehîyê Zêde Dike


Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinke
Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinke

Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken roja Pêncşemê dîyar kir ku Koreya Bakur bêaramîyê zêde dike.

Koreya Bakur hejmareke çekan ceribandibû ku îda dike di nav de ew mûşekeke hipersonîk jî hebû.

"Em jiber binpêkirinên dubare yên biryarên Konseya Ewlekarîyê bi fîkarin, yên ku ez bawer dikim ku jibo nearamî û bêewlehîyê îhtîmalên mezintir diafirînin, " Blinken got.

Blinken ragihand ku Amerîka nikare îdaya Koreya Bakur ya ceribandina mûşeka hipersonîk piştrast bike.

Mûşeka hipersonîk çekeke gelek girîng e jiber ku dikare pênc qat ji leza deng zûtir bifire.

"Em ceribandinan dinirxînin ku ka bi rastî fêm bikin ka wan çi kir, kîja teknolojî bikar anîn, lê çi dibe bila bibe, me binpêkirinên dubare yên biryarên Konseya Ewlekarîyê ya NY dîtin. Civaka navneteweyî pêdivî ye ku vê y bir rengekî pir ciddî bide ber çavan, " Blinken got.

Amerîka, Brîtanya û Fransa jibo civîneke ser Koreya Bakur bang li Konseya Ewlekarîyê kiribûn. Tê çaverê ku civîn roja Înê pêk were.

Hevdem, Blinken bo sivikkirina alozîyan bo Koreya Başûr soza piştvanîya tam da, wek beşeke ji sîyaseta Serok Joe Biden ya bo xebata bi hevalbendan re.


"Bê guman, ger hin pîvan hebin ku bi guncavî xeterîyên hene kêm bikin, dibe ku ew watedar be," Blinken bo hewildanên Koreya Başûr got.

Medyaya dewleta Koreya Bakur ji zarê serok Kim Jong Un roja Pêncşemê ragihand ku ew pêşnîyara dîyalogê ya Amerîka şermezar dike, û wek "hîleyeke piçûk" binav dike.

XS
SM
MD
LG