Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Kuleba Ser Rewişa Dawî ya Ukrayna Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemtayê wî yê Ukraynî Dymytro Kuleba ser pêdivîyên ewlekarîyê axifîn.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku her du wezîr ser danûstandinên dîplomatîk yên bo rawestandina şerê Rûsya û Ukrayna jî peyivîne.

Amerîka do Sêşemê hin karbidestên leşkerî yên Rûs xistibûn lîsteya toleyan.

Hevbendê nêz yê Rûsya, Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko jî di lîsteya toleyan de cîh girt.

Kuleba ji Twitterê dîyar kir ku ew ji toleyên nû razî ne û da zanîn ku divê ser Rûsya zêdetir zext çêbe.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinken û Kuleba ser rewişa binesazîya Ukrayna û mirinên sîvîl jî peyivîn.

XS
SM
MD
LG