Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemtayê wî yê Rûs Sergei Lavrov dê sibê Pêncşemê li Stockholmê bicivin.
Reutersê dîyar kir ku civîna Blinken û Lavrov dê di navbereke rûniştinê ya hilcivîna Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) de çêbe.
Di demên dawî de jiber leşkerên Rûsya yên nêzî sînorê Ukraya, di navbera Moskow û welatên rojava de girjî çêdibin.
Reutersê da zanîn ku Blinken dê berî civîna bi Lavrov re, bi Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba re kom bibe.