Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Lavrov Dê li Endonezya Necivin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku wezîrên derve yên Amerîka û Rûsya dê li civîna G20 ya li Balî ya Endonezya kom nebin.

Reutersê ew agahî ji zarê Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price ragihand.

Price dîyar kir ku ew ne li bendê ye ku Wezîrê Dervê yê Amerîka Antony Blinken û hemtayê wî yê Rûs li Sergei Lavrov li Balî bicivin.

Wî da zanîn ku ew hêvî dike ku endamên G20 li hember Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna dengên xwe bilind bikin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînîn û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînîn.

XS
SM
MD
LG