Qesira Sipî ragihand ku şandeyeke bi pêşengîya Wezîrê Derve Antony Blinken dê roja Înê serdana Meksîko City bike.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, şandeya Amerîkî dê bi karbidestên Meksîkî re civîneke payabilind ya ser ewlekarîyê çêkin.
Wê qesirê dîyar kir ku Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas, Serdozger Merrick Garlandd û hin karbidestên din dê bi Blinken re herin Meksîko.