Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Em Dixwazin Peymana Navokî Xurt û Berfireh Bikin


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku ewê hewil bidin ku bo bernameya navokî ya Îranê kontrol bikin, peymana bi wî welatî û hêzên din yên cîhanê re xurt û berfireh bikin.

Blinken bi bîr xist ku Serok Joe Biden gotiye ku ger Îran bi awayekî rêkûpêk li gor şertên peymana navokî ya 2015’an tevbigere ewê jî bi heman şiklî hin gavan biavêjin.

Wî da zanîn ku ewê bi hevalbendên xwe re ser dirêjkirin û xurtkirina peymana navokî biaxifin û dîyar kir ku ewê bi wan hevalbendan re ser kiryarên Îranê yên ‘’îstqirara herêmê xirab dikin.’’ danûstandinê bikin.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku Tehran divê berpirsîyên xwe yên navneteweyî bi cîh bîne.

Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan roja Yekşemê gotibû ku Amerîka bo hemwelatîyên xwe yên girtî bi Îranê re danûstandinê dike.

Tehranê ragihandibû ku danûstandina ser girtîyan bi rêka Serbalyozxaneya Swîsre çêdibe ku ew balyozxaneya berjewendîyên Amerîka yên li Îranê temsîl dike.

XS
SM
MD
LG