Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevdîtina Anthony Blinken û Papa Francîs li Vatîkanê


Papa Francîs û Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken
Papa Francîs û Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro Duşemê li Vatîkan bi rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yên cîhanê Papa Francîs re hevdîtîneke taybet pêk anî.

Blinken berîya vê hevdîtinê bi Paul Gallagher, wezîrê karên derve yê Vatîkan re û karbidestên din yê payebilind re jî civya.

Anthony Blinken piştî biryara rêberên ruhanî yên Katolîk yên Amerîkî ku dikare pirsgirêka hevkarî ya bi Biden re derxîne holê(Communion), serdana Vatîkanê, dike.

Serdan li dû konferanseke pêk tê, ku tê de rêberên Katolîk yên Roman yên Amerîkî ser pêşnivîsa daxuyaniyeke ya ser Communionê ku dibe ku tevî Biden sîyasetvanên Katolîk hişyar bike û wan ji hevkarîyê red bike , deng dan.

Joe Biden piştgirî dide mafê jinan ya kurtajê tevî ku ew bi xwe dijî wê ye. Rêberên Katolîk yên Roman yên Amerîkî biryar dan ku bi wê pêşnivîsê pêşve biçin, ku goh nedan hişyarîya Vatîkanê ku ewê bibe sedema perçebûnê.

Berdevikê wezareta karên derve Ned Price got ku Blinken di civînên xwe yên bi Parolin û Gallagher de, tevî 'mafên mirovan û azadiya olî ya li Çînê', gelek mijar danûstandin kirine.

Matteo Brunî, berdevikê Vatîkanê jî got ku hevdîtin jidil bû û derfetek daye Papa ku 'hezkirin û baldarîya xwe ya bo xelkê Amerîkî ragihîne.'

Vatîkan û rêvebirîya Biden li ser xeterîyên guherîna jingehê lihev dikin, ku di dema serokê berê Donald Trump de bi Qesra Spî re bû sedema nîqaşan.

Blinken peykerek zêr û zîv ya kevokek ku şaxek zeytûnê digire pêşkeşê Papa Francîs kir û wî jî kopîyên çend nivîsên xwe da Blinken.

XS
SM
MD
LG