Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Antony Blinken bi Hevtayê Xwe yê Brîtanî re Peyîvî


Antony Blinken
Antony Blinken

Hikûmeta Brîtanya îro Çarşemê ragihand ku wezîrê karên derve Dominic Raab bi wezîrê nû yê karên derve yê Amerîka Antony Blinken re peyîvî.

Hikûmetê ragihand ku her du wezîran ser pêdivîya çareserkirina kiryarên Îranê nîqaş kirin ku ew wek 'tevgera bêaramîyê' dibînin.

Raab û Blinken herwiha axigîn ku çawa Çîn sozên xwe yên navneteweyî bi cîh bîne.

Berdevkekê wezareta derve ya Brîtanya di derbarê hevdîtina ya bi telefonê ji rojnemavanan re agahdarî da.

"Bi armanca xurtkirina nirxên demokratîk yên li seranserê cîhanê û bo bihêzkirina tifaqa cîhanî ya bi her du welatan nîqaş hatine kirin," wî bi berdewamî got.


XS
SM
MD
LG