Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dest bi Danûstandinên li Rojhilata Navîn Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dest bi danûstandinên xwe yên li Rojhilata Navîn kir.

Hevtayê Blinken yê Îsraîlî Gabi Eshkinazi li Firîngeha Ben Gurion ya Tel Avîvê pêşwazîya wî kir.

Blinken dê bi karbidestên Îsraîl û Filistînê re bipeyîve.

Bi serdana Blinken re, karbidestên Îsraîlê dîyar kirin ku wan destûr daye ku pêdivîyên wek derman û xwarinan di hindurê Gaza keve.

Pevçûnên li herêma Gaza di 10’ê Gulanê de destpê kiribûn û 11 rojan dom kiribû û di wan rojan de bo çûyîn û hatina herêmê destûr nedihat dayîn.

Karbidestên Wezareta Derve ya Amerîka dibêjin ku ji herêmê re bo çareserîyeke demdirêj hîn zû ye.

Îsraîlê di du salên dawî de çar hilbijartin çêkirin û hikûmeteke saxlem nehat ava kirin, li alîyê din gelê Filistînê di navbera Hamas û rêvebirîya Mahmud Abas ya bi piştgrîya welatên rojava maye.

Serokê Amerîka Joe Biden dibêje ku bo çareserîya Filistîn û Îsraîlê ew piştgirîya jîyana bi dududewletî dikin. Biden bo binesazîya Gaza jî soza alîkarîyê daye.

Blinken dê îro Sêşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamn Netanyahu re bicive û piştre derbazî Ramalahê bibe û li wir jî bi rêberê Filistînê Mahmud Abas re hevdîtinekê çêke.

Çaverê ye ku Blinken heta roja Pêncşemê li herêmê bimîne.

XS
SM
MD
LG