Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov bi rêka telefonê ser Ukrayna axifîn.
Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku Blinken ji Lavrov re gotiye ku divê Rûsya demûdest girjîyê daxe û leşkerên xwe yên li nêzî sînorê Ukrayna vekişîne.
Li gor daxuyanîyê, Blinken dîyar kiriye ku ew dixwazin bi Moskowê re hem bi dualî hem jî tevî hevbendan danûstandinê bikin.
Blinken daye zanîn ku ger Ukrayna were dagir kirin ewê encamên wê giran bin û bang li Moskowê kiriye ku di rêkên dîplomasîyê de danûstandinê bike.
Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku axaftina Blinken û Lavrov li dû bersîva nivîskî ya Washingtonê ya bo Moskowê ya ser daxwazên ewlekarîyê çêbûye.