Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Wezîrê Derve yê Ukrayna Ser Tevgerên Rûsya Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemtayê wî yê Ukrayna Dmytro Kuleba bi rêka telefonê axifîn.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku Blinken ji Kuleba re piştgirîya Washingtonê ya bo Kîevê gotiye.

‘’Blinken piştgirîya Amerîka ya bê şert ya bo serwerî, serxwebûn û yekîtîya axa Ukrayna ragihand.’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Berdevikê Wezîrê Derve yê Amerîka Ned Price dîyar kir ku Blinken û Kuleba ser bersîva bo tevgerên leşkerî yên Rûsya peyivîne.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Kuleba jî da zanîn ku Blinken ji wî re gotiye ku di nav NATO de hevkarîya bo Kîevê didome.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG