Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken: Ukrayna li Hember Rûsya bi Ser Ket


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku Rûsya di armancên xwe yên şerî de têk çûye û li hember wê Ukrayna bi ser ketiye.

Blinken û Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin do Yekşemê serdana Ukrayna kirin û li Kîev ya paytext bi karbidestên wî welatî re kom bûn.

Her du wezîr, bi karbidestên Ukraynî re civîneke sê saetî li dar xistin.

Blinken di preskonferanseke li Polonya de derbarê serdana Ukrayna axifî.

Wî dîyar kir ku Rûsya, li Ukrayna têk çûye û li hember Moskowê, Kîev bi ser ketiye.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibat de destpê kiribû û ji wê çaxê vir ve cara pêşî karbidestên Amerîkî bi awayekî fermî serdana Ukrayna kirin.

Blinken da zanîn ku dîpomatên Amerîkî hêdî hêdî vedigerin Ukrayna û dîyar kir ku wan bo Ukrayna balyozekî nû erkdar kiriye.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku wan bo Ukrayna û cîranên wî soza alîkarîyeke 713 mîlyon dolarî daye.

XS
SM
MD
LG