Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Serokê WHO Ser Destpêka Vîrusa Korona Axifîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antoyn Blinken roja Çarşemê li Kuwêtê bi Serokê Rêxistina Saxlemî yê Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus re civîya.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinken bi Ghebreyesus re ser planên derbarê destpêka vîrusa korona axifîye.

Blinken di hevdîtinê daye zanîn ku ew piştgirîyê didin xebatên ser destpêka vîrusa korona.

Di serê vê mehê de WHO bang li dewletên cîhanê kiribû ku ew ser destpêka vîrusa korona bi hev re bixebitin.

Li hember wê bangê, karbidestên Çînê gotibûn ku ew naxwazin ku li ser labaratuvar û navendên wan yên din zêdetir kontrol çêbin.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku divê lêkolînên nû yên ser destpêka vîrusa korona zelal bin û bi destê pisporan werin kirin.

Pêketinên pêşî yên vîrusa korona di Berfanbara 2019’an de li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatin dîtin.

Hin teorî didin zanîn ku vîrusa korona ji labaratuvareke Çînê belav bûye, lê karbidestên wî welatî wan teoarîyan red dikin.

XS
SM
MD
LG