Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swêd Dijî 36 Kesên ku Beşdarî Xwepêşandana BLM Bûne Doz Vedike


Polîsên Swêdî li Gothenburgê (Arşîv)
Polîsên Swêdî li Gothenburgê (Arşîv)

Dozgerên Swêdî îro Pêncşemê ragihand ku wan dijî bi dehan kesan doz vekiriye ku piştî xwepêşandana Black Lives Matter (Jîyana Reşan Girîng E)) ya aştîyane ya salal borî şer û telihevî derxistine.

Di xwepêşandana Hezîrana 2020ê ya bajarê Gothenburgê de bi deh hezaran kes bi awayekî aştîyane civîbûn û dû re jî bi heman awayî dawî li xwepêşandanê anîbûn.

Lê, girseyeke biçûk bi berdewamî ber bi qada giştî ya navenda Gothenburg meşîbûn û dû re rewş aloztir bûbû.

Dozgerîya Navendî ya Swêdî ragihand ku 36 kes bi tawana zêdekirina tundî û alozîyê hatine sucdar kirin.

Dozgera giştî Elisabeth Trouve ragihand ku ew kes bi lêdana polîsan, avêtine kevir û tiştên din yên ji polîsan re û ji otomobîlên wan re hatine sucdar kirin.

Dîsa, di nava tawanên dijî wan kesan de serîrakirina bi tundî, talan, zarardayîna ambulansan û mulkên derdorê, êrîşên dijî polîsan jî hene.

Tevgera Black Lives Matter di 2013an de li Amerîka hatibû damezirndin û di havîna 2020ê de li seranser cîhanê berfirehtir bûbû.

Piştî mirinên George Floyd û Breonna Taylor girldayî tundîya polîsan li seranser cîhanê xwepêşandanên nerazîbûnê hatibûn darxistin û bi mîlyonên kes beşdarî wan bibûn.

XS
SM
MD
LG