Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bloka Aştîyê li Stenbolê Bangewaziya Aştiyê Kir


Bloka Aştiyê, ku gelek sazî, dezgehên sîvîl û pîşeyî tê de beşdar in, li Stenbolê jibo protestokirina êrîşa Pirsûsê û operasyonên berdewam xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de ji hikûmeta Tirkiyê hate xwestin ku dawî li destwerdana leşkerî ya ser baregehên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê bîne û operasyonên polîsan yên ser endamên wan bide rawestandin.

Di daxuyaniya Bloka Aştiyê de wiha hate gotin:

“Deshilatdariya heyî piştî têkçûna xwe ya hilbijartinê, dixwaze bi dijderketina destkeninên Kurdên Rojava re têkçûna xwe bi hilbijartineke pêşwext telafî bike û ji şer sûdê bistîne.”

Bloka Aştîyê li Stenbolê Bangewaziya Aştîyê Kir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

Sekreterê Yekîtîya Pizîşkên Stenbolê (TTB) Dr. Samet Menguç jî got, ‘Her çiqas êş û mirinên me hebin jî gotina me ya pêşî û dawî dîsa aştî ye’.

***

Hêjayî gotinê ye, Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî başdarî li xwepêşandanê kir û wêneyên qurbaniyên êrîşa Pirsûsê ji alîyê girse ve hatin hilgirtin.

***

ST_7_27
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG