Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muzîkvan Bob Dylan Xelata Nobel Distîne


Bob Dylan li Los Angeles - California
Bob Dylan li Los Angeles - California

Muzîkvanê Amerîkî yê Efsonawî Bob Dylan xelata Nobel ya sala 2016an wergirt, ev xelat taybete bi Edebeiyatê, Dylan weke Muzîkvan û nivîskarê Stiranan yekem kese xelatê Nobel di vî warî de werdigire.

Akademiya Swêdî ku, salane biryara bexşîna xelatê Nobel dide kesên di warê zanist, mafên mirov, aştî û Edebiyatê de karek jêhat dike û afirandinê pêk tîne, xelata Novbel didin wan, sedema bexşîna xelatê ya Bob Dylan Akademî dibêje"Jiber ku wî derbirînên nû di helbesta stirana Amerîkî ya kevneşopî û jêhatî de peydakirine", xelat buye behra Bob Dylan.

Di hesaba Twitter ê ya taybet bi xelata Nobel de, weke nûçeya lezgîn hatiye weşandin ku, Muzîkvan û nivîskarê Stiranê Bob Dylan bo xwediyê xelata Nobel ya 2016an.

Bob Dylan Muzîkvanê Amerîkî yê 75 salîye, wî di sala 1959an de li Qehwexanên Minnesota dest bi Muzîkê kir bû, ew sala 1960an piştî stirana"Blowin in the Wind" hat hezkirin û dijberiya wî ya şerê Vêtnamê û çalakiyên di warê mafên mirov de navûbangiya wî li Amerîka û Cîhanê belav bû.

XS
SM
MD
LG