Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûndanêrekî Alman Helbesta Kêşebar ya Ser Erdogan li Parlemanê Xwend


Jan Boehmermann
Jan Boehmermann

Qanûndanerekî Alman yê ji partîya Serokwezîr Angela Merkel îro Pêncşemê li parlemanê helbesteke rexnegir ya derheqa serokomarê Tirkîyê xwend ku li Almanya bûye mijara serekî ya azadîya raman.

Parlamanter Detlef Seif ji Partîya Krîstîyan Demokrat (CDU) got bi xwendina wê helbestê, armanca wî ev e ku naveroka helbesta Jahn Boehmermann bê dîtin ku haqaretan li Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dike.

Seif got, şexsîyeta mirovekî di bin êrîşê de ye û divê dadgeh biryar bide ku helbestên wiha di çarçoveya azadîya raman û ragihandinê de bê nirxandin.

Helbesta Boehmermann cara yekî di meha Adarê de ti televîzyona netewî de hatibû weşandin û bûbû sedema nerazîbûnên xurt yên Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG