Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

9 Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî Jiber Protestokirina Operasyona Efrînê Hatin Girtin


Zanîngeha Bogaziçî
Zanîngeha Bogaziçî

Reuters’ê ragihand ku 9 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, jiber protestokirina operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê bi tawana ‘’propagandaya terorê’’ hatin girtin.

Di 19’ê Adarê de hin xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, xwendekarên ku bo operasyona Efrînê loqim belav dikirin protesto kiribûn û pankarteke ku li ser ‘’Loqima komkujî û dagirkerîyê nabe’’ hatibû nivîsîn vekiribûn.

Dadgeha Tirk, ji 15 xwendekarên ku jiber protestoyê hatibûn desteser kirin 9 bi tawana ‘’propagandaya rêxistina terorî ya çekdar’’ girtin û 6 jî bi şertê kontrola dadî berdan.

Polîsan çed rojên berê bi ser mal û wargehên xwendekaran de girtibûn û ew desteser kiribûn.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ser bûyerên li Zanîngeha Bogazîçî gotibû ku ‘’Em mafên xwendina li zanîngehê nadin wan ciwanên ku komunîst in û xayînên welêt in’’

XS
SM
MD
LG