Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bohaza li North Carolina 3 Kes Kuştin


Bahoza li eyaleta North Caraline (Arşîv)
Bahoza li eyaleta North Caraline (Arşîv)

Karbidestên Amerîkî îro Sêşemê ragihandin ku di encama bahozeke wêrankar ya li eyaleta North Carolina de herî kêm sê kesan jîyanên xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.

Bahoz, piştî nîvê şeva Sêşemê li başûrê rojhilata bajarokê Brunswick ya nêzê Grissettown ya li navenda Ocean Ridge Plantation Community qewimîye.

Ocean Ridge Plantation Community heremeke taybet ya li ber deryayê ye û herwiha bo betlane û golfê navdar e.

Medyayê ragihand ku bi bahozê gelek xanî wêran bûye, xetên elektrîkê qût bûye ku bi hezaran bê ceyran hiştiye û gelek dar hilweşîya ne.

John Ingram şerîfê bajarokê Brunswick îro ser medya civakî di derbarê bûyera kujer de di civînek medyayê darxist.

"Ew tişteke ku mîna min berê qet nedîtiye bû. Hilweşîneke mezin heye. Pêyvajoyeke başbûnê ya dirêj ewê hewce bike, " Ingram got.

Ingram got ku lêgerînên bo kesên winda hatine destpê kirin û dê di nav rojê de zêde bibin.

Wî ji mirovan xwest ku ji herêmên ku tîmên rizgarkirinê bo paqijkirina kolanan û lêgerîna qurbanan dixebitin, dûr bi sekinin.

Rêvebirîya Sazîya Rewşa Awarte ya bajarokê Brunswick jî dîyar kir ku mirov di malan de asê mane.

Sazîya Agirkujîyê ya Wilmington li ser Twitter ragihand ku ewê bo alîkarîya dîtina kesên winda, tîmên rizgarkirinê bişînin.

XS
SM
MD
LG