Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolsonaro Dibêje Ewê Vîzayan Bidin Ukraynayîyan


El presidente de Brasil, Jair Bolsonaro, en una en el Palacio Planalto en Brasilia, Brasil, el 23 de febrero de 2022.
El presidente de Brasil, Jair Bolsonaro, en una en el Palacio Planalto en Brasilia, Brasil, el 23 de febrero de 2022.

Serokomarê Brezîlya Jair Bolsonaro da zanîn ku ewê vîzayên însanî bidin Ukraynayîyan û rê li ber wan vekin ku werin welêt.

Bolsonaro di hevpeyvînekê de dîyar kir ku hikûmeta federal ser vîzaya însanî dixebite.

Wî da zanîn ku hikûmeta federal dê vê hefteyê biryara ser vîzayan ragihîne.

Serokomarê Brezîlya dîyar kir ku ew bo Ukraynayîyan qebûl bikin çi ji dest wan were dê bikin.

Li ser pirsa ka ewê dijî Rûsya toleyan ragihînin yan ne, Bolsonaro bal kişand ser bazirganîya çandinîyê û got ew dikarin zararê bidin welatê wî.

Brezîlya bo gubreyan girêdayî derve ye û Rûsya NPK ya ji nîtrojen, fosfor û potasyumê çêdibe difiroşe wê.

XS
SM
MD
LG