Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Bolton: Vekişîna Hêzên Amerîkî ji Sûriyê Mercdar e

John Bolton
John Bolton

Rawêjkarê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîka John Bolton îro Yekşemê got vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê mercdare bi têkbirina bermayên Daişê û piştrastkirina ku wê Tirkiyê êrîşî Kurdên Sûriyê neke.

Bolton, ku bo serdanekê li Îsraîlê ye, got tu dem nehatiye destnîşankirin ji bo vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê.

Bolton ê ku roja Duşemê serdana Tirkiyê dike, got Amerîka rijd e ku divê hevalbendên wê yên Kurd ji êrîşa pilankirî ya Tirkiyê parastî bin.

Bolton got:

“Em bawer nakin ku wê Tirkiyê kiryareke leşkerî bike bê hevrêzî û erêkirina Amerîka.”

Bolton got Amerîka ji hevalbendên xwe yên Kurd dixwaze ku xwe ragirin û daxwaza parastinê ji Rûsya an hikûmeta serokê Sûriuyê Beşar Esed nekin.

Wî got:

“Ez bawrim ew (Kurd) dizanin dostên wan kîne .”

Bolton her wiha got şandiyê taybet ê Amerîka ji bo şerê dijî Daişê Jim Jeffrey, wê vê hefteyê serdana Sûriyê bike da Kurdan piştrast bike ku Amerîka dest ji wan bernedaye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG