Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton Derheqa Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê Wê Serdana Îsraîl û Tirkîyê Bike

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Bolton ji Twitterê dîyar kir ku dê di Rêbendanê de serdana Îsraîl û Tirkîyê bike.

Bolton da zanîn ku ew dê bi karbidestên Îsraîl û Tirkîyê re ser qonaxa nû ya têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) û kêşeyên ewlekarî yên hevbeş biaxife.

Serokê Amerîka Donald Trump di 19’ê Berfanbarê de gotibû ku DAIŞ hatiye têk birin û dîyar kiribû ku ew dê hêzên xwe ji Sûrîyê vekişînin.

Ser biryara Trump, Wezîrê Berevanî yê Amerîka James Mattis karvekişîna xwe ragihandibû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG