Şêwirmendê netewî yê Amerîka John Bolton îro Pêncşemê got ku ew plan dikin ku hebûna xwe li Afrîqa xurtir bikin.
“Planên Amerîka hene ku hember berfirehbûna aborî û polîtîk yên Rûsya û Çînê li Afrîqa gavan bavêje. Ew her du dewlet bi kiryarên xwe yên ne rek û pêk, rêz li serwerîya qanûnê nagirin,” Bolton got.
Girîngîya yekê ya Amerîka avakirina peywendîyên aborî bi Afrîqa ye, parastina serxwebûna welatên wê parzemînê ye û herwiha pêşvebirina berjewendîyên netewî yên Amerîkî ye.
Sîyaseta Çînê li Afrîqa ji mêjve bûye xema Amerîka û peywendîyên navbera Washington û Pakînê di demên dawî de ketiye rewşeke aloz.