Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Bolton û Balyozê Tirk Kom Bûn


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton, bi Balyozê Tirkîyê li Washingtonê Serdar Kiliç re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de, her du nûner ser ser kêşeya qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson û peywendîyên Amerîka û Tirkîyê axifîn.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sander bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ser daxwaza balyozê Tirk, John Bolton li Qesra Sipî bi Serdar Kiliç re kom bûye.

Alozîya di navbera her du dewletan de di van rojên dawî de gur bûye.

Rêvebirîya Trump, ser girtina Brunson, hin hemwelatîyên din yên Amerîka û xebatkarên herêmî yên Amerîka bertek nîşan dabû û dijî du wezîrên Tirk tole ragihandibûn.

Trump hefteya borî baca gumrukê ya tiştên pola û alumînyum du qat zêde kiribû.

Trump herî dawî dijî Tirkîyê bernivîsa ku bi awayekî demkî radestkirina firokên F-35 radiwestîne îmza kiribû.

XS
SM
MD
LG