Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton dîyar kir ku ger Îran zararê bide Amerîka, hemwelatî yan hevalbendên wê ewê ‘’qiyamet rabe’’
Hişyarîya Bolton piştî gotinên Serokê Amerîka Donald Trump, ku dîyar kiribû Îran li Rojhilata Navîn ‘’tovên alozî, kuştin û xirabîyê direşîne’’ hat.
Bolton, di konferansa ‘’Dijî Îrana Navokî’’ de da zanîn ku rejîma li Tehranê ‘’xwînî’’ ye û dîyar kir ku ger ew ‘’derew û xapandinan’’ bidomînin ewê bi encamên tund re rû bi rû bimînin.
Amerîka piştî ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîbû, dijî Tehranê toleyên nû ragihandibûn.
Bolton da zanîn ku ew Îranê ji nêz ve dişopînin û ewê toleyên hîn girantir bikin.
Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî, rêvebirîya Trump jiber ‘’helwesta dijminane’’ rexne kiribû.