Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton: Koreya Bakur bo Pûçkirina Çekên Navokî Ti Gav Neavêtîye


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Serok Donald Trump, John Bolton dîyar kir ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bo pûçkirina çekên navokî hîn ti gav neavêtîye.

Bolton ji Fox Newsê re dîyar kir ku Koreya Bakur ji Hilcivîna Sîngaporê vir ve bo pûçkirina çekan hîn ti gav neavêtîye û da zanîn ku divê ew hîn bi bandor biaxifin.

Bolton got ku Amerîka dê toleyên aborî yên dijî Koreya Bakur kêm neke.

Bolton da zanîn ku Trump di nameyekê nû de qala Wezîrê Derve Mike Pompeo û serdana wî ya Pyongyangê kiriye.

Trump dîyar kiribû ku ew dixwaze bi Kim re hilcivîna duyê pêk bîne.

Bolton di nav sê roj de du car Koreya Bakur rexne kir.

Berî daxuyanîyên Bolton, medya Amerîkî dîyar kiribû ku Koreya Bakur çêkirina muşekan didomîne.

XS
SM
MD
LG