Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton Hikûmetên Piştgirîyê Didin Maduro Hişyar Dike


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku dijî Serokê Venezela Nicoalas Maduro tedbîrên tûj bistînin.

Amerîka bo zexta li ser Maduro girantir bike hemî hebûnên hikûmeta Venezuela ya li Amerîka cemidandibû.

Bolton di hilcivîneke li Lîma ya Peru de da zanîn ku Amerîka dikare dijî herkesê piştgirîyê dide hikûmeta Maduro toleyan ragihîne.

‘’Amerîka bo piştgirîya aborî ya bo Maduro qut bibe û qonaxa aştîyane û demokratîk çapik bibe bi awayekî cidî tevdigere’’ Bolton got.

Serokê Amerika Donald Trump roja Duşemê biryarnameyeke ku hebûnên hikûmeta Venezuela ya li Amerîka dicemidîne û bazirganîya bi wî welatî re qedexe dike îmza kiribû.

XS
SM
MD
LG