Qesra Sipî ragihand ku Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî John Bolton û Balyozê Rusya li Washingtonê Anatoly Antonov roja Pêncşemê cara peşîyê kom bûne.
Li gor Qesra Sipî, Bolton ji Antonov re dîyar kiriye ku başbûna peywendîya Amerîka û Rûsya, girêdayî rakirina fikarên ser maytekirina li hilbijartina Amerîka, îdiayên ser êrîşa kîmyayî li Brîtanya, kêşeya Sûrîyê û rewşa Ukrayna ye.
Bolton da zanîn ku başkirina peywendîya Washington û Moskowê bo her du dewletan jî rind e.
Qesra Sipî dîyar kir ku Bolton di hevdîtinê de fikarên ser helwesta Rûsya ya li Sûrîyê û Ukrayna jî gotiye.
Rûsya li Ukrayna piştgirîyê dide serhildayan û li Sûrîyê jî hevkarîya rêvebirîya Esad dike.