Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton, Nûnerê Taybet yê Amerîkî bo Sûrîyê James Jeffrey û Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî Joseph Dunford do Duşemê, ber bi êvarî derbazî Tirkîyê bûn.
Bolton û şandeya bi wî re, dest bi hevdîtina bi Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin re, kir.
Li ber e ku ku karbidestên Amerîkî û Tirk ser vekişîna hêzên Amerîka yên li Sûrîyê biaxifin.
Serokê Amerîka Donald Trump meha borî gotibû ku ewê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin, lê Bolton û hin karbidestên din yên payabilind dibêjin ku heta ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîyê bi temamî têk neçe divê ew venekişin.
Bolton ser berevanîya Kurdên li Sûrîyê jî ji Tirkîyê garantîyê dixwaze.