Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîka John Bolton, Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Amerîka James Jeffrey û Serfermandarê Amerîka Joseph Dunford dê serdana Tirkîyê bikin.
Her sê karbidestên Amerîkî dê du rojan bi berpirsên Tirk re bicivin û ser vekişîna ji Sûrîyê danûstandinan çêkin.
Bolton, do Yekşemê li Îsraîlê gotibû ku leşkerên Amerîkî heta peymaneke ser berevanîya Kurdên li bakurê Sûrîyê çenebe dê ew ji wî welatî venekişin.
Wî di dewama axaftina xwe de dabû zanîn ku li gor Amerîka, heta Tirkîye bi Washingtonê re danûstandinê neke dê dijî bakurê Sûrîyê ti operasyona leşkerî li dar naxe.
Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike, lê Tirkîye wan wek rêxistinên terorîst dibîne.
Ser gotinên Bolton, Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ‘’YPG, baskekî Partîya Karkarên Kurdistan (PKK) e û ne nûnerê Kurdên Sûrîyê ye’’
Kalin da zanîn ku ew ‘’ne dijî Kurdan lê hember rêxistinên terorîst yên wek DAIŞ, YPG, PKK’’ têkoşînê dikin.
Wî dîyar kir ew bi têkoşîna xwe ya dijî YPG û PKK'ê, hewil didin ku ''berî herkesî Kurdan ji zilm û zordestîya wan rêxistinên terorîst rizgar bikin.''