Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Serdana John Bolton bo Tirkiyê û Hewlên Parastina Kurdên Sûriyê


Rawêjkarê koşka Sipî yê ewlekariya niştimanî John Bolton îro Sêşemê kombûn ligel berpirsên Tirkiyê li dar xistin û helwesta serokê Amerîka ya li dor pêwîstiya parstina Kurdên Sûriyê gihand wan.

Generalê serkirdayetiya hevbeş a hêzên Amerîkî Joseph Dunford û şandeya taybet yê Amerîka bo Sûriyê, James Jeffery jî tevlî kombûnên Bolton bûn.

Piştî vegera Bolton, wê Dunford li Tirkiyê bimîne jibo kombûnên bêhtir di vê derbarê de û Jeffery jî wê derbasî Sûriyê be da Kurdên Sûriyê piştrast bike ku Amerîka dest ji wan bernedaye.

Di demekê de ku Tirkiyê di têkbirina YPG'ê de rijd e, Amerîka bo rêgirtina li êrîşa Tirkiyê dikare çi bike?

Çi riyên alternatîv li pêş Amerîka, li pêş Kurdan û li pêş Tirkiyê hene

Daxwaza Bolton a ji Kurdan ku tu rêkeftinan bi rejîma Esed re nekin, wê çiqas ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat ve bê bihîstin?

Bernameya Hest û Helwst bi beşdarbûna du mêvanan vê mijar şîrove dike:

Xebat Şakir, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Almanya û nivîskar Elî Mislim ku li Tirkiyê dimîne.

Kerem kin bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:38 0:00

XS
SM
MD
LG