Di çapemenîya Tirkîyê de, berî hatina Şîretvanê Ewlekarîya Netewî ya Amerîka John Bolton, bêdengî hebû.
Dema Bolton li Îsraîlê i ser Kurdan daxuyanî da ew bêdengî guherî.
Wî gotibû ku ger ser parastina Kurdan lihevkirinek nebe, ewê ji Sûrîyê venekişin. Medya Tirkîyê ku nêzîkî hikûmetê û netewperwerên Tirk bi sernavên dijmînî êrîşî Bolton û şandeya wî kirin.
Ev rojnameyana 7 Rêbendanê 2019 de bi manşet û nivîsên xwe, bi awayekî biçûkxistina Amerîkayê wiha derketin:
Yenî Şafak: “Hun Kî Ne?”
Dîrîliş Postası: “Ne DAIŞ Misilman e, Ne Jî PKK Kurd e”
Aydinlik: “Hedê Wan Nîşanî Wan Bidin”
Ortadogu: “Hê Nehatîne Qeyran Çêkirin”