Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton: Min Şeva Çûyî Karvekişîna Xwe ji Serok Trump re Pêşkêş kir


Şîretvanê Ewlekarîya Netewî John Bolton ji Twitterê ragihand ku wî şeva çûyî karvekişîna xwe ji Serokê Amerîka Donald Trump re pêşkêş kir û wî jî got ku “Ka em sibê ser wê mijarê bipeyîvin.”

Serokê Amerîka Donald Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku wi ji Şîretvanê Ewlekarîya Netewî John Bolton xwest ku dest ji kar berde.

“Min şeva borî Bolton agahdar kir ku xizmetên wî nema li Qesira Sipî pêdivî ne. Ez bi gelek pêşnîyarên wî nerazî bûm û pir kesên nav Rêvebirîyê jî bi heman awayî loma min karvekişîna wî xwest û wî jî vê sibê ew da min. Ez bo xîzmetên wî ji John re pir spas dikim.”

Serok Trump dabû zanîn ku ewê di hefteya were de kesekî nû wek Şêwêrmendê Ewlekarîya Netewî destnîşan bike.

XS
SM
MD
LG