Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton dîyar kir ku ew bo niha dijî Venezuela operasyona leşkerî nafikirin, lê da zanîn ku ew bo hemî alternatîfên din amade ne.
Bolton di bernameyeke radyo de li ser pirsa ‘’Amerîka yan Brezîlya yan Kolombîya yan ew her sê dewlet tev dijî Venezuela operasyona leşkerî difikirin yan na?’’ got ku ‘’Na’’
Wî bi berdewamî da zanîn ku ew li ser hemî alternatîfên din difikirin û ew dixwazin ku desthilata bi rêkên aştîyane biguhere.
Amerîka dijî rejîma Nicolas Maduro, li Venezuela piştgirîya Juan Guaido, ku xwe wek serokê demkî yê wî welatî ragihandibû, dike.