Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombevana Xwekuj ya Rûsî Hevjîna Mîlîtanekî ye


Rojnameyeke navdar ya Rûsî dibêje, lêvekol nasnameya xortekî eşkere kirîye, ku yek jî 2 êrîşbirên xwekuj e. Di peqîna wan êrîşbiran ya metroya Moskow de 39 kes hatîbû kuştin.

Rojnameya Kommersant roja Înîyê ragihand, yek jî êrîşkaran Dzhennet Abdurakhmanova ya 17 salî bû û ew hevjîna mîlîtanekî Qafqasî bû, ku berê hatîbû kuştin.

Rojname her wiha, wêneyeke jina genc ya weşand ku, ligel hevjîna xwe ya kuştî Umalat Magomedov xuya dibe.

Rojnameya Kommersant her wiha radigîhîne, karbidest heta niha nasnameya êrîşbira duyê eşkere nekirîye lê tê bawer kirin, ew kes Markha Ustarkhanova ya 20 salî ye û ji Çeçenîstan e. Ustarkhanova jina mîlîtanekî Çeçen e, ku sala çûyî hatîbû kuştin, dema amedekarîya kuştina rêberê Çeçen Ramzan Kadyrov dikir.

XS
SM
MD
LG