Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombevanê Xwekuj Êrîşî Nexweşxaneya Afganî Dike


Bombevanê Xwekuj Êrîşî Nexweşxaneya Afganî Dike
Bombevanê Xwekuj Êrîşî Nexweşxaneya Afganî Dike

Bombevanekî xwekuj yê otomobîlî îro Şemîyê êrîşî nexweşxaneyeke li rojhilata Afganîstanê kir û bû sedema peqîneke pir mezin.

Tê ragihandin di encama peqîna li eyaleta Logar ku 40 km dûrî paytaxt Kabul e, gelek qûrbanî hene, lê karbidestên Afganî pêzanînên ku hevdu nagirin didin.

Çend demjimêr piştî êrîşê, karbidestan got, di pêqînê de nêzîkî 20 kes hatine kuştin ku nav de jin û zarok jî hene. Wan her wiha got, bi dehan kes jî hatine birîndar kirin.

Wezareta Saxlemî ya Afganî di destpêkê de ragihandibû ku nêzîkî 60 kes hatine kuştin û 120 kesên din jî birîndar bûn.

Talîban dibêje, wê êrîş pêk pêk neanîye û şervanên wê nexweşxaneyan nakin armanc.Gruba mîlîtan li rojhilata Afganîstanê aktîf e û êrîşî hêzên Afganî û yên NATO'yê dike û êrîşvanên xwekuk yek ji rêbaza wan e.

Bi alîyekî din ve NATO dibêje, endamekî wê ji alîyê xirabkaran ve, îro Şemîyê li rojhiata Afganîstanê hate kuştin.

XS
SM
MD
LG