Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Toleyên Dijî Kompanî û Kesên ku Koçberan Dibin Belarûsê Berfireh Dike


Josep Borrell

Karbidestê payabilind yê Yekîtîya Ewrupa (YE) da zanîn ku ew dê toleyên dijî kompanî û kesên dijî koçberan dibin Belarûsê berfireh bikin.

Josep Borrell, ku bo civîna wezîrên derve yên YE serdana Brukselê kiriye, dîyar kir ku ew di dawîya hefteyê de bi wezîrê derve yê Belarusê ser rewişa koçberên li sînor axifîye.

Borrell da zanîn ku ew rewişa koçberên li sînor nayê qebûl kirin û pêdivîya wan bi alîkarîyê heye.

Bi hezaran koçberên ji welatên Rojhilata Navîn li daristanên li sînorê Belarûs û welatên YE, Lîtvanya û Polonya asê mane.

Jiber sermaya zêde hin ji wan koçberan mirin û bo yên mane metirsîyên ewlekarîyê çêbûne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG