Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borell: YE Hizra Toleyên Nû yên Dijî Îranê Dike


Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell
Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell

Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell îro Pêncşemê ragihand ku Bloka Ewrupî hizra ragihandina toleyên nû yên ser Îranê dike.

Josep Borrell dîyar kir YE dijî Îranê toleyên nû dinirxîne jiber ku rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku di tepeserkirina hêzên ewlekarî yên Îranê de bi hezaran kes hatine girtin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Borrell li Pragê ji rojnamevanan re destnîşan kir ku wezîrên derve yên YE wê di civîna xwe ya were de toleyên zêdetir yên ser Îranê gotûbêj bikin.

Ji alîyê din ve Borell ji hesabê xwe yê Twiterr ragihand ku wî bi wezîrê derve yê Îranê Huseyîn Abdullahîyan re helwesta hemberi xwepeşandanen berdewam axifîye.

Borrell da zanîn ku wî ji wezîrê Îranê Abdullahîyan ‘hesabpirsîna mirina #Masha Amînî, rawestandina tundîya dijî xwepêşanderan û berdana kesên hatine girtin’ daxwaz kiriye.

https://twitter.com/JosepBorrellF/status/1577928236448862208

Dîplomatê payebilind yê YE Borell herwiha got ku wî ji wezîr Abdullahîyan re destnîşan kiriye divê Îran desturê bide mafê protestoyê û azadîya.
Borell di heman peyamê de eşkere kir ku, YE li hember Îranê “hemû bijardeyan” dinirxîne.

Borel herwiha got ku wî ji Îranê xwest ku bi Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya NY re hevkarîyê bike.

Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve li seren serê Îranê û bi taybet jî li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girse didomin, yên ku dijî kuştina keça Kurd Jîna Amînî destpêkirin ku xwepêşender herî serekî daxwaza têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê dikin.

XS
SM
MD
LG