Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson, jiber cudabîrîyên nav kabîneyê yên derheqa derketina ji Yekîtîya Ewrupa, îro Duşemê dest ji kar berda.
Serokwezîr Theresa May, demeke kin piştî biryara Johnson ragihand ku ew û Borîs li hev nekir ku rêka herî baş ya cîhanîna encamên referanduma 2016’an ya çi ye.
Karvekişîna Johnson rojeke piştî biryara Wezîrê Brexîtê David Davis tê ku wî jî jiber nerazîbûna polîtîkayên May dest ji kar berdabû.
Davis helwesta May ya derbarê derketina ji Yekîtîya Ewrupa wek stratejîyeke xeter bi nav kiribû.