Berpirsê Sîyaseta Derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell îro Înê ragihand ku dîplomasîya bi Moskowê re pêş ketiye.
Borrell, ev gotin ser danûstandina Amerîka û Rûsya ya li G20, ku kêm caran tê dîtin, kir.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Pêncşemê li New Delhi bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov re bi awayekî kurt axifî.
Blinken ser şerê li Ukrayna dîyar kir ku ewê heta dawî li şer were piştgirî bidin Kîevê.
Borrell bi bîr xist ku par di hilcivîna li Balî de karbidestên Rûsî piştî rexneyan ji odeyê derketine, lê got ku Lavrov vê carê li hindur maye.
Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.
Moskow, Washington û hevbendên wê bi gurkirina girjîyê tawanbar dike û dibêje ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: AFP, VOA