Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borrell Dibêje Îrlanda û Îspanya Wê 21'ê Gulanê Dewleta Filîstînê Nas Bikin


Berpirsê Sîyaseta Derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell derengê roja Pêncşemê ragihand ku Îrlanda, Îspanya û endamên din yên yekîtîyê plan dikin ku 21’ê Gulanê dewleta Filîstînê nas bikin.

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez meha Adarê gotibû ku xêncî Madrîd û Dublînê, Sloveyna û Malta dibêjin ku jibo aştîyeke mayînde divê çareserîyeke du dewletî hebe û dîyar kiribû ku ew jibo naskirina dewleta Filîstînê hin gavan diavêjin.

Borell li ser pirseke rojnamevanan ya derbarê hewildanên Îrlanda, Îspanya û dewletên din yên YE’ê yên jibo naskirina dewleta Filîstînîyan got ku ewê wê dewletê nas bikin û behsa Slovenya kir.

‘’Ev kiryareke sîyasî û sembolîk e. Ji dewletê zêdetir, naskirina îradeya hebûna dewletekê ye.’’

Wî dîyar kir ku dibe ku Belçîka û dewletên din jî jibo naskirina dewleta Filîstînê hin gavan biavêjin.

Wezîrê Derve yê Îspanya Jose Manuel Albares di rojên borî de gotibû ku biryara naskirina dewleta Filîstînê hatiye dayîn, lê ti dem eşkere nekiribû.

Banga agirbestê û hewildanên jibo çareserîyeke mayînde piştî ku Îsraîlê jiber êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê êrîş birin ser Gaza û hejmara kuştîyan bilind bûn zêdetir bûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG