Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell dîyar kir ku ew nikarin destûrê bidin Îsraîlê ku ew rê li ber avabûna dewleta Filîstînê bigire.
Borrell got ku bi awayekî zelal divê were zanîn ku Îsraîl nikare mafê Filîstînîyan ya jibo dîyarkirina qedera xwe red bike.
‘’Neteweyên Yekbûyî (NY) mafê Filîstînîyan ya jibo dîyarkirina qedera xwe nas dike û gelek caran jî nas kiriye. Kes nikare vî mafî red bike.’’
Berpirsê payabilind yê YE, do Duşemê bi wezîrên derve yên yekîtîyê, rêvebirên Îsraîlî û Filîstînîyan û karbidestên payabilind yên dewletên Ereb re kom bûbû.
Ji alîyê din ve berdevkê hikûmeta Îsraîlê Eylon Levy got ku ew nikarin agirbesteke ku dîlan li Gaza û Hamasê jî li herêmê li desthilatê dihêle îmza bikin.
Levy dîyar kir ku danûstandinên ser berdana dîlan didomin, lê got ku jibo wan jî metirsî hene û zêdetir hûrgilî neda.
Li ser pirsên derbarê agirbestê, Levy dîyar kir ku armanca wan ya jibo herêmê neguherîye.
Wî got ku ew dixwazin ku Hamas ya li Gaza pûç bikin û dîlan vegerînin malên wan.
Jêder: AFP