Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell îro Duşemê dîyar kir ku bo ambargoyeke tevahî yan jî baceke toleyî ya ser derkirîna petrol û gaza Rûsya, ji welatên endamên YE têra xwe piştgirî tuneye.
"Niha em li nava YE'yê de, ser wê pirsgirêkê de ne xwedîyê helwesteke yekgirtî ne."
Josep Borrell ev daxuyanîya ji Rojnameya Almanî Die Welt re ragihand.
Derfirotina petrolê çavkanîya serekî ya diravên bîyanî yên Kremlînê ye; tevî endamên YE, gelek welat banga rawestandina kirîna petrol û gaza Rûsî dikin.
Ew dibêjin ku Moskow dahata ji petrol û gaza Rûsî bo fînanskirina şerê xwe yê li Ukrayna bi kar tîne.
Hin welatên YE bo ragihandina pakêta şeşa ya toleyan ser Rûsya givaştinan dikin û Bruksel jî ser bandorek tevahî ya qedexekirina petrolê raporteke nirxandinê, amade dike.
“Pêşnîyara dawî ya ambargoya ser petrol û gazê hîn ne li ser masê ye."
Borrell dîyar kir ku ev mijar wê di hilcivîna YE'yê, ya di dawîya meha pêş de were gotûbêj kirin û ew li bendê ne ku berîya hilcivînê, biryareke were dayîn.
Wî anî ziman ku tevahîya welatên YE dixebitin ku girêdayîbûna xwe bi petrol û gaza Rûsî bi dawî bikin.
Borrell herwiha destnîşan kir ku ew bawer dike ku YE wê di dawîyê de girêdayîbûna xwe ya bi petrol û gaza Rûsî kêm bike.
"Di xalekê de wê girêdayîbûna ji holê rabe û piştre Rûsya wê bi êş hest bike ku dahatên ji bazîrganî petrol û gazê hinda dibin," Borrell got.