Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borrell: Rûsya li Sînorê Ukrayna 150 Hezar Leşker bi Cîh Kirine


Nûnerê Bilind yê Peywendîyên Derve û Sîyaseta Ewlekarîyê yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell dîyar kir ku Rûsya li sînorên Ukrayna 150 hezar leşker bi cîh kirine.

Josep Borrell piştî civîna onlayn ya wezîrên derve yên YE’ê pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Borrell dîyar kir ku wezîr di civînê de ser helwesta Rûsya bi berfirehî peyivîne.

‘’Rûsya kelûpelên leşkerî yên ji her cûreyî, maşîneyan û nexweşxaneyên mobîl dibe sînor. Ew rewş bi awayekî eşkere fikaran çêdike.’’ Borrell got.

Wî da zanîn ku gava ewqas leşker li cîhekî kom bibin gumana çêbûna alozîyekê gurtir dibe.

Nûnerê YE’ê dîyar kir ku ew piştgirîya yekîtîya axa Ukrayna û serwerîya wê dikin û bang li Rûsya kir ku girjîyê kêmtir bike.

Girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de ji 2014’an vir ve dewam dike û li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di pevçûnan de heta niha pirtir ji 13 hezar kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG