Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borell Bang li Îranê Dike ku Dawî li Eciqandina Xwepêşanderan Bîne


Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell
Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell

Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell îro Înê bang li Îranê kir ku tepeserkirin û givaştina ser xwepêşanderan rawestîne û kesên ku di hefteyên dawî de hatine desteser kirin, azad bike.

"Divê eciqandina tund û tûj bi demûdestî bisekine. Divê xwepêşander werin berdan. "

Wî bi berdewamî got ku divê karanîna înternetê serbest be û kesên ku ji bûyerên dawî berpirs in, hesabê kiryarên xwe bidin.

Borrell ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wî bi wezîrê derve yê Îranê Huseyîn Abdullahîyan re helwesta ser xwepeşandanen berdewam axifîye.

Wî da zanîn ku wî ji Abdullahîyan re careke din helwesta zelal û yekgirtî ya YE ragihandiye.

Dîplomatê payebilind yê YE ji wezîr Abdullahîyan re got ku mafê gelên Îranê heye ku xwepêşandanên aştîyane bikin û berevanîya mafên xwe yên bingehîn bikin.

Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve, jiber kuştina qîza Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet jî li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girseyî didomin.

Rexistinên mafên mirovan dibêjin ku di xwepêşandanan de heya niha zêdetirî 200 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Borrell di 10’ê Cotmehê de jî dîyar kiribû ku YE dijî Îranê ragihandina toleyên nû dinirxîne.

XS
SM
MD
LG