Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

9 Serb bi Kuştina Dora 100 Misilmanan li Dema Şerê Bosnayê Tên Tawanbar Kirin


Jineke Misilman li pêş navên qurbanîyên komkujîya Srebrenica du'a dike.
Jineke Misilman li pêş navên qurbanîyên komkujîya Srebrenica du'a dike.

Dozgerekî Bosnayî yê tawanên şer neh Bosnayên Serb jiber kuştina dora 100 Bosnayên Misilman di şerê salên 1992-1995’an tawanbar dike.

Ofîs dozgerî îro Çarşemê di daxuyanîyekê de got ku ev neh kes di kuştina wan malbatên Misilman de berpirs bûn.

Piştî 26 salan ji dawîbûna wî şerê xirab di navbera Ortodoksên Serbî, Katolîkên Kirwat û Misilmanên Bosnyak de ku tê de 100,000 kes hatin kuştin, Bosnya hîn jî li wan kesên windayî digere û dixwaze dadmendîyê dike li dijî kesên di tawanên wî şerî de rolek lîstibûn.

Ev neh kesên ku hatine tawanbar kirin, ku endam û fermandarên berê yên artêşa Serbên Bosnayî yên dema şer bûn, bi kuştina sivîlên Bosnyak li devera Nevesinje tên tawanbar kirin.

Ofîsa dozgerê Bosnayî got ku di nav wan 100 kesên kuştî de heft malbat hebûn ku di sala 1992'ê de hatin kuştin. Bernmayên laşên 49 kesan hatine dîtin, lê hîn jî 47 laşên din windayî dimînin.

Divê dadgeha dewletê ya Bosnyayê vê darizandinê erê bike heta ku ev doz berdewam bike.

XS
SM
MD
LG