Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvana Washingtonê Bang li Amerîkîyan Dike ki Di Sondxwarina Biden de ji Paytext Dûr Bisekinin


Bajarvana paytexta Amerîka Washington, DC, Muriel Bowser îro Duşemê bang li Amerîkîyan kir ku di dema merasîma sondxwarina Serokê hilbijartî Joe Biden ya di 20’ê Rêbendanê de ji paytext dûr bîminin.

Bowser ji Amerîkîyan xwest ku bi awayê onlaynî beşdarî merasîma sondxwarinê bibin.

Daxuyanîya Bowser ya îro piştî banga wê ya ji Serok Donald Trump re tê ku ji wî xwestibû ku rewşa awarte li Washingên ragihîne.

Bowser gotibû ku jiber astengîtên nedîtî, êrîşa ser Kongresê û jiber zêdebûna pêketinên korona divê ew biryar were girtin.

Bowser herwiha ji Wezareta Navxweyî xwest ku hemî civînên girseyî yên navbera 10 û 24’ê Rêbendanê betal bike.

XS
SM
MD
LG