Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hişyarî Dide Amerîka ku Gulen Radest Bike


Piştgirên Erdogan li Enqerê
Piştgirên Erdogan li Enqerê

Tirkîye îro Sêşemê hişyarî dide Amerîka ku radestnekirina Fethullah Gulen, ku Enqere wek plankerê hewila darbeya leşkerî dibîne, wê zararê bide peywendîyên navbera her du alîyan.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekir Bozdag ragihand ku heta niha pirtir jî 26,000 kes, girêdayî hewila darbê hatin desteser kirin û piranîya wan endamên artêşê, rojamevan û akademîsyen in. Wî da zanîn ku 16,000 ji wan kesan niha girtî be.

Hikûmeta Tirkîyê bi berdewamî giwaştinê li ser Amerîka dike Gulen teslîmî wê bike, lê karbidestên Amerîkî dixwazin delîlên xurt li ser rola Gulen bibînin.

Bozdag jî got ku wan belgeyên pêdivî dane Amerîka ku rola Gulen ya di derbeya leşkerî de nîşan dide.

XS
SM
MD
LG