Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Jibo Derxistina Afganîyan Banga Hevkarîya Hevpeymana Dike


Wezîrê karên derve yê Brîtanya Dominic Raab

Wezareta karên derve yê Brîtanya dîyar kir ku wezîrê karên derve Domînîc Raab îro Duşemê li ser rewşa Afganîstanê beşdarî civîneke onlaynî bûye.

Civîn bi beşdarbûna wezîr û karbidestên karên derve yên Amerîka, Kanada, Yekîtîya Ewrupa (YE), Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, NATO, Qatar û Tirkîyê pêk hatiye.

Wezîrê karên derve yê Brîtanya Dominic Raab ji hevkarên xwe xwestiye ku bi hev re bixebitin da ku Afganîyên destnîşankirî yên ku hê jî li welêt in, bi rengekî ewledar werin veguhestin.

Wezaretê di daxuyanîyê de ragihand ku Raab gotiye, divê seroktîya Talîban li gor kiryarên xwê û li ser gelo destûrê dide ku mirov derkevin, were nirxandin.

XS
SM
MD
LG