WAŞINGTON, 14ê Mijdarê (Reuter) - Şêwirmendê aborî yê Qesra Spî Brian Deese roja Yekşemê got ku zêdebûna bihayan pirsgirêkek cîhanî ye, û ew ji sedema pandemiya vîrûsa korona derketiye ne ji encamê siyaseta Serok Biden pêkhatiye.
Biden û şêwirmendên wî yên aborî, di nav de Deese, bi mehane dibêjin û pêşbînî dikin ku di demek kurt de dê enflasyon bibe pirsegirêk.
Li ser pirsa "Rewşa Yekîtiyê" di kenalê CNN da, ku ji Deese hat pirsîn gelo kanê ew şaş in?
Deese got, "Na, ez weha nafikirim. Ez difikirim ku tiştê me her tim gotiye ewe ku pandemî û aborî bi hev re girêdayî ne."
Deese polîtîkayên rêveberiya Biden di gelek waran de parast piştî ku nûçeyên televîzyonan de Yekşemê hat dîtin ku li meha Oktoberê bihabûna tiştan bilez çê dibe ku welatiyên Amerîkî perekê zêde didin bihayê enerjî û xwarinê, di nav 31 salan de gihaye asta herî xirab, wî got "Guman tune ye, ku enflasyon niha bilind e. Ew e bandorê li dahat û berîka Amerîkîyan bike, dê bandor li ser nêrîna wan jî hebe."
Wî li ser kenalê NBC di bernameya "Meet the Press" got. "Lê girîng e ku em vê yekê têxin nav çarçoveya ku dema Serokatî dest bi wezîfeyê kir, em rastî aboriyek xerab hatbûn ."